'Meşa Gemlîkê meşa ji bo paşeroja me ye'
Siyasetmedarên DBP û HEDEP'yî gotin, "Meşa Gemlîkê meşa ji bo avakirina paşeroja me ya hevpar e. Me berxwedan hilbijart" û ji bo tevlîbûneke xurt a li meşê bang kirin.
Siyasetmedarên DBP û HEDEP'yî gotin, "Meşa Gemlîkê meşa ji bo avakirina paşeroja me ya hevpar e. Me berxwedan hilbijart" û ji bo tevlîbûneke xurt a li meşê bang kirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal jî bi navê 'Meşa Azadiya Abdullah Ocalan' wê ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê meş bê lidarxistin.
Ji bo meşê li her devera Tirkiye û Kurdistanê civînên gel têne lidarxistin. Ji her devera Tirkiyeyê di 19'ê Mijdarê, li Kurdistanê jî di 18'ê Mijdarê de wê meş destpê bike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Cevdet Konak û Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) yên Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz li ser Meşa Gemlîkê ji ANF'ê re axivîn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku tecrîd 25 sal in dewam dike û ev yek aqlê dewletê ye. Kiliçgun Ûçar got, "Li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna jiyaneke hevpar û aştiyane, desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên şer tercîh dike. Tecrîda li Îmraliyê nîşaneya herî mezin a vî aqlî ye. Tecrîd ne tenê nîşaneya rewşa hiqûqê ye, di heman demê de karaktera rejîmê jî diyar dike."
Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jehrkuja herî xurt a polîtîkayên şer e û got, "Di mijara çareseriyê de jî rêya herî xurt, projeya herî xurt ji aliyê Birêz Ocalan ve tê destnîşankirin."
Hevseroka DBP'ê got, "Desthilatdariya heyî ne tenê li nava welêt, her wiha li derveyî welêt jî êrîşên li ser destketiyên Kurdan dewam dike. Desthilatdarî ku di tifaqa dij bi Kurd de li nava welêt êdî zemîneke nû nikare bi dest bixe, hegemonya ku dixwaze li zemîna Rojhilata Navîn ava bike, li ser vê dijminatiyê pêk tîne. Bi esasî desthiladariya AKP-MHP'ê dixwaze bi polîtîkaya tecrîdê pirsgirêka Kurd li Îmraliyê asê bike. Ji ber ku baş zane fikir û pêşniyarên Birêz Ocalan hem li nava welêt hem jî li Rojhilata Navîn deng vedide û bi cih tê. Li çar aliyên cîhanê gel, rewşenbîr, sendîka xwedî li Birêz Ocalan derdikevin, ji bo çareseriya demokratîk balê dikişînin ser wî. Lewma li Tirkiyeyê tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin di heman demê de tecrîda li ser îradeya jiyana hevpar û têkoşîna ji bo welatekî demokratîk e. Di rewşa heyî de ji bo muxatabê herî girîng Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe divê şert û merc bêne afirandin, yanî divê azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Divê bê destnîşankirin ku ev azadî ne tenê azadiya wî ye. Divê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî dîrokî ya ji bo welatekî demokratîk, wekhev û azad e, bi lez bigihêje asta çareseriyê. Lewma Meşa Gemlîkê ya 18'ê Mijdarê di heman demê de meşa ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Meşa ji bo avakirina paşeroja me ya hevpar e. Meşa me hemûyan e."
Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî anî ziman ku ji bo Meşa Gemlîkê ya 19'ê Mijdarê ya li Tirkiyeyê, di asta Stenbolê de mal bi mal, tax bi tax karên xwe dewam dikin û destnîşan kir ku şikandina tecrîdê ji bo cîhaneke azad girîng e.
Gonca Yangoz got, "Banga me li her kesî ye ku di bin tecrîdê de ne. Ya em ê vê tecrîdê bi hev re bişikînin, ya jî em ê serî bitewînin. Me berxwedan hilbijart. Em bang li her kesî dikin ên ku berê xwe li aştiyê ne, ku piştgiriyê bidin vê meşê."
Hevserokê HEDEP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz jî ragihand ku di sedsala destpêkê ya komarê de polîtîkayên dewletê gelek tişt bi civakê dan windakirin û got, bi rakirina tecrîdê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin.
Mûrat Kalmaz diyar kir ku Tirkiye ber bi rewşeke hîn nebaş ve diçe û destnîşan kir ku rê û rêbazên demokratîkbûna komarê çareserkirina pirsgirêka Kurd û nîşandana îradeya çareserî û diyalogê ya bi Ocalan re ye.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Cevdet Konak jî destnîşan kir ku tecrîda 25 sal in li Îmraliyê dewam dike ne tenê li ser kesekî ye, di heman demê de êşkenceya li civakê ye.
Konak anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo avakirina paşerojeke hevpar divê tecrîd bê bidawîkirin û banga tevlîbûna meşa li Gemlîkê kir.