Meşa Dirêj li gel astengiya polîsan dewam dike

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 2'ê Îlonê li Dortmûndê dest pê kirin, dewam dike. Ciwan doh ji Dûîsbûrgê meşiyan Dusseldorfê.

Ciwanên ku li bajarê Dûîsbûrgê li hev civiyan, dema ku xwestin dest bi meşê bikin bûn hedefa polîsên Elman. Polîsan xwestin pêşî li meşê bigirin.

Polîsan hewl dan biavêjin ser Komeleya Çanda Kurdan a Dûîsbûrgê û ciwanan jî bi helwesta "destûra we nîne" li pêşiya serdegirtinê bûn asteng. Piştre meşê ji nû ve dest pê kir.

Ciwanên ku al û tîşortên ji wêneyên Ocalan li xwe kirin, bi qîrîna dirûşm û sirûdan dest bi meşê kirin. Li nava kolanên Dûîsbûrgê jî polîsan dor li ciwanan girtin.

Ciwanan di nava dorpêçiya polîsan de dirûşm qîriyan, govend gerandin û astengiya polîsan şermezar kirin.

Du ciwanên li derveyî dorpêçê man hatin destgîrkirin. Şîdeta polîsan a di dema destgîrkirinê de bi kar anî, ji aliyê ciwanan ve hate şermezarkirin. Çalakî piştî kontrola nasnameyê qediya.

Ciwanan li Dusseldorfê civînek li dar xistin û roja xwe ya çalakiyê nirxandin.

Çalakî wê îro dewam bike.