Meşa Dirêj di roja duyemîn de ye

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanyayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.

Meşa Dirêj bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" pêk tê.

Ciwanên Kurd daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Meşê 5'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Hannoverê dest pê kiribû. Roja duyemîn a meşê jî li bajarê Lehrteyê dest pê kir.

Ciwanan beriya meşê govend gerandin û beşek ji meşvanan jî di nava xwe de nîqaş kirin, plansaziya roja duyemîn amade kirin. Têkildarî provoasyonên gengaz ciwan hatin hişyarkirin.

Beşa duyemîn a meşê ya navbera Lehrte-Celleyê saet di 10:30'î de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û bi xwendina sirûdan dest pê kir. Hejmara beşdaran jî zêde bû.

Bi qîrîna dirûşmên bi Elmanî û Kurdî daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Ciwanan her wiha bi qîrîna dirûşman berxwedana gerîla ya li Heftanînê silav kirin.

Di roja duyemîn a meşê de ciwanê Êzidî Arkan ê 15 salî ku li bajarê Celleyê ji aliyê faşîstên Elman ve bi kêrê hate kuştin, hate bîranîn.

Ciwanan ji bo balê bikişînin ser vê êrişa nijadperstî pankarta bi Elmanî ya bi nivîsa "Selbstorganisiert gegen Rassimus in Deutschland und überall" (Li dijî nijadperestiyê li Elmanya û her cihî em xwe bi rêxistin bikin) hildan.

Ciwan wê îro ji Lehrte heta Celleyê bi 15 kîlometreyan bimeşin.