Meşa Dirêj di roja 5. de ye

Meşa Dirêj a bi şîara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû' ku bi tevlîbûna dostên Kurdan û Endamên Saziyên Kurdan di 1'ê Sibatê de li Lûksembûrgê hatî destpêkirin li gel baranê jî di roja 5. de didome.

Di meşê de dostên Kurdan û nûnerên saziyên Kurd yên Ewrupayê jî cihê xwe girtin.  

32 KÎLOMETREYAN BI COŞ MEŞIYAN

Çalakgerên ku ji bajarê Talange ketin tevgerê 32 kîlometre meşiyan û xwe gîhandin  bajarokê Landremont'ê. 

Di roja 4'an de  mesafeyak qasî 107 kîlometreyan li paş xwe  hiştin. Kurdistaniyên ku li vê heremê dijîn çalakger li malên xwe xistin mêhvan.

ÎRO WÊ 30 KÎLOMETROYÎ BIMEŞIN

Çalagerên mêşa dirêj wê îro dîsa li bajarokê Landremontê bên gel hev û 30 kîlometre wê bimeşin. 

Îro armanca çalakgeran ew e ku xwe bigihînin bajarê Faulquemont ku dikeve navbera bajarê Metz û Saînt Avoldê.