Meşa Dirêj a Luksembûrg-Strasboûrgê roja 6’emîn li pey xwe hişt

Çalakvanên ku di saet 16:00’an de gihiştin bajarokê Loûpershoûse yê bajarê Moselleyê, bi giştî 165 kêlometreyan meşiyan.

Meşa Dirêj a ku bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdianê Re Statû” ku bi beşdariya Dostên Kurdan û û nûnerên saziyên Kurdan ku ji Luksembûrgê destpê kiribû roja 6’emîn li pey xwe hişt. Îro çalakvanên ku di saet 16:00’an de gihiştin bajarokê Loûpershoûse yê bajarê Moselleyê, bi giştî 165 kêlometreyan meşiyan.

Meşa Dirêj a 1’ê Sibatê ji Luksembûrgê ku destpê kiribû beşa 6’emîn vê sibehê ji bajarê Saînt Avold destpê kir. Çalakvanên ku di nava gelek gund û bajarokan re derbas bûn û xwe gihandin Loûpershoûseyê ku 25 kêlometreyan meşiya, beşa îro ku plandikir bi vî awayî temem bû.

Çalagerên Meşa Dirêj a ku di tevahiya rê de ji aliyê Kurdistaniyên li bajarên têre derbas bûn ve hate pêşwazîkirin û piştgirîkirin, li gel sirûd û dirûşman ve meşiyan.

Meşvana di dawiya rojê de li salona ku ji aliyê şaredariya bajarê Loûpershoûse ve hate amadekirin kom bûn, di saetên pêş de wê bi rêveberên herêmî re bicivin.

Çalakiya îro ji aliyê televîzyona bi navê Mosaîqûe ku li herêmê weşan dikir ve hate şopandin. Nûçegihanê kenal bi gelek çalakvanên dostên Kurdan re hevpeyvîn kir.

Cara yekeme ku nêzî 70 şoreşgerên dostên Kurdan ku ji welatên mîna Ewropa, Asya, Afîrqa û Emerîkayê ku beşdarî Meşa Dirêj a bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku 1’ê Sibatê li Luksembûrgê destpêkir. Di meşê de nûnerên saziyên Kurd ên Ewropa jî beşdar bûne.