Meşa Dirêj a li Swêdê wê roja Şemiyê dest pê bike
Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja Şemiyê dest bi meşeke dirêj bikin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja Şemiyê dest bi meşeke dirêj bikin.
Meşa Dirêj wê 11'ê Sibatê roja Şemiyê saet di 09:00 de li Balafirgeha Arlandayê dest pê bike û 2 rojan dewam bike. Çalakger wê roja Yekşemê xwe bigihînin navenda bajarê Stockholmê û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan wê saet di 17:00 de mîtîngekê lidar bixin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Yekîtiya Jinê ya Sara dan xuyakirin, ku tecrîda li ser Ocalan tê şidandin, dewleta Tirk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê zexteke giran li gelê Kurd dike û bang li Kurdistanî û dostên wan kirin, ku roja Şemiyê saet di 09:00 de beşdarî xwepêşandana li ber Balafirgeha Arlandayê bibin.