Meşa dirêj a li Kopenhagenê di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja Şemiyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê roja Şemiyê li taxa Ishøj'ê dest pê kir. Meşvan roja destpêkê 19 kîlometre meşiyan û li meydana şaredariyê li hev civiyan. Meşa roja duyemîn jî ji stasyona Albertslûndê dest pê kir.

Meşvan wê li navenda bajêr bimeşin û danê êvarê li ber avahiya şaredariya bajarê mezin mîtîngekê li dar bixin û dawî li meşê bînin.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kopenhagenê û Meclîsa Jinê ya Sêvê pêk tê.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Bila tecrîd bi dawî bibe", "Daxwaza Leyla daxwaza me ye", "Jin jiyan azadî" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" tên qîrîn.