Meşa Dirêj a li Fransayê dest pê kir
Li Lannesester a girêdayî bajarê Lorient ê Fransayê Meşa Dirêj a ku wê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd 26 rojan were lidarxistin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.
Li Lannesester a girêdayî bajarê Lorient ê Fransayê Meşa Dirêj a ku wê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd 26 rojan were lidarxistin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.
Di meşê de ku ji bo balê bikişîne ser rehîngirtina Rêber Apo ya 26 salan hatiye destpêkirin, wê 26 kes li 26 bajarên cuda ên Fransayê derbas bibin û û di 15’ê Sibata salevegera komploya navneteweyî de li Strasbourgê bi lidarxistina meşeke dirêj û mitîngekê bi dawî bibe.
ŞAHÎN POLAT: KOMPLI BI TÊKOŞÎNÊ HATE PÛÇKIRIN
Serokê CDK-F’ê Şahîn Polat di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo ev 26 sa in li Girtîgeha Îmraliyê li ber xwe dide û ev yek anîn ziman:
‘’Em îro li vir ji bo temsîlkirina 26 salên rehîngirtina Rêber Apo, li gel 26 hevalên xwe dest bi Meşa Dirêj a ku wê 26 rojan berdewam bike, dikin. Rêber Apo bi komployeke navneteweyî ji dewleta Tirk re hate teslîmkirin. Dewleta Tirk bi tenê rola gardiyantiyê dilîze. Berpirsên komployên yên rastîn û muxatabên çareseriyê hêzên komploger in. Ne bi biryar û lêpirsînên nerastîn, ew neçar in ku pirsgirêkê bi pêngavên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin, çareser bikin. Komplo, bi têkoşîna Rêber Apo, têkoşîna şervanên azadiyê û têkêşîna gelan hate pûçkirin. Em dubare dibêjin; Divê tavilê azadiya Rêber Apo were dabînkirin û pirsgirêka Kurd were çareserkirin.’’
“ZUBEYDE ZUMRUT: EM DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE NE
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî di axaftina xwe de da zanîn ku azadiya Rêber Apo wê di demeke nêz de pêk were û ev yek anîn ziman:
‘’Dostên hêja û gelê me yê welatparêz en di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di serdema mezinkirina têkoşînê de ne. Gelê Kurd, bi avaniya xwe birêxistinkirî di serdema xwe ya herî bihêz de ye (…) Rêber Apo, rêberê gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li seranserê cîhanê ye. Mîmarê Şoreşa Rojava ye. Li Rojava bi pêşengtiya jinan şoreşek pêk hat û jinên Kurd çeteyên DAÎŞ’ê têk birin. Îro jî dewleta Tirk, ji bo li Rojava felsefeya ku azadiya jinan esas digire ji holê rake, serî li polîtîkayên qirkirinê dide. Welatiyên sivîl, rojnamevan û kedkarên çanda Kurdî tên hedefgirtin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bila li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin.’’
DÎPLOMASÎ Û CIVÎNÊN GEL
Zubeyde Zumrût di dewama axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyan bi xebatên dîplomasiyê dest pê kirine û bi gelek sazî, rêxistinên civakî, parlamenter, şaredar û endamên meclîsan re hevdîtin hatine kirin. Zumrût da zanîn ku wê di tevahiya meşê de civînên gel, seredanên ji bo malbatan û çalakiyên cuda werin lidarxistin û ji bo tevlîbûn û mezinkirina çalakiyê bang li hemû gelan kir.
Meşê piştî daxuyaniya çapemeniyê û bi tevlîbûna dostan bi coşeke mezin dest pê kir. Çalakî wê bi meş û mitîngeke ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê were lidarxistin, bi dawî bibe.