Meşa dirêj a ciwanan dest pê dike

Endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad dest pê dike, meşa dirêj ku di navbera Dortmûnd û Kolnê de 5 rojan wê bidome 11’ê Îlonê dest pê dike.

Komîteya Amadekar a meşa dirêj bi dirûşma ‘Azad Bike’ bang li ciwanên Kurd kir da ku tevlî meşê bibin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan endamên Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad wê meşeke 5 rojan bikin. Meş 11’ê Îlonê saet 09.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest pê bike û 16’ê Îlonê li qada Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya li Kolnê wê biqede.

Li ser navê komîteya amadekar Şahîn Ranya, Heval Muhammed u Ramazan Yildirim bang li ciwanên Kurd kirin da ku tevlî meşê bibin.

EM Ê NE KU TENÊ BIMEŞIN

Şahîn Ranya got amadekariyên wan dikin ku biqedin û got ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in li Imraliyê dîlgirtî ye meşa xwe ya dirêj dikin û got, ‘em ê ne ku tenê bimeşin. Her roj em ê bernamayên cihêbikin. Li herêman em ê tevlî mîtîngan bibin, ji bo şehîdên şoreşê em ê bîranînan organîze bikin. Roja dawî ya meşê jî em ê şeva moralê çêbikin.’’

BI DIRÛŞMA ‘AZAD BIKE’

Heval Muhammed jî got ew ê bi dirûşma ‘Azad Bike’ ji bo Ocalan bimeşin û got şkandina tecrîdê zêdetir peywira ciwanan e. Muhammed got ‘divê em Rêbertiya xwe azad bikin’ û bang li hemû ciwanên Kurd ên welatparêz kir.

TÊ PAYIN KU TEVLÊBÛNEKE XURT ÇÊBIBE

Ramazan Yildirm jî got ew li bendê ne ku gelek kes tevlî meşê bibin û got wê bi coşî û bi serketî bigihijin armanca xwe.