Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Meşa Dirêj a ciwanan bi coş didome

Meşa Dirêj a Ciwanên Kurd li bajarê Eschede ya Elmanya dewam dike.

Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurd ve bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hatiye destpêkirin, di roja 3’an de li bajarê Eschede ya Elmanya dewam dike.

Tevî provakasyonên polîsên Elman jî, ciwan bi coş meşa xwe didomînin.

‘DIVÊ BI HEV RE RABIN SER PIYAN’

Ciwan sibehê ji Celleyê bi trenê heta Eschedeyê hatin. Berî meş destpê bike endamê Bûnteshaûsê axaftinek kurt kir û got: “Sala borî li vir kesekî ku ji aliyê naziyan ve li Eschedeyê hatibû kuştin dixwazim bibîr bînim. Divê li dijî faşîzmê em bi hev re rabin ser piyan.”

Ciwanên ku srûda Çerxa Şoreşê bi hev re qîr kirin, meşa xwe didomînin. Ciwan wê heta Ûnterlubeyê bimeşin.