Meşa Demokrasiyê li Stenbolê bi rengê mor xemilî

Baskê Edîrneyê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' îro bi pêşengiya jinan bi rengê mor dewam dike. Konvoy bi rengê mor hate xemilandin.

Meşa ku ji Edîrneyê dest pê kir di roja pêncemîn de ye. Meclîsa Jinan a HDP'ê pêşengî ji roja dawî ya meşê re kir.

Jin serê sibehê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li hev kom bûn.

Piştre çûn herêma xaçerêya Sûltan Gazî devera ku konvoy lê bi rê bikevin, lê belê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter, jin ên endamên partiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî tevlî meşa îro bûn.

Konvoy bi pêşengiya wesayita bi rengê mor û pankarta bi nivîsa "Têkoşîna jinan li her cihî ye" bi rê ket. Wesayit ji aliyê Endama Meclîsa Jinan a Navendî ya HDP'ê Arîfe Çinar ve hate ajotin.

Balkêş bû ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî wesayit meqamê bi xwe ajot.

Wesayitên li nava konvoyê hemû bi kûrdele û balonên mor hatin xemilandin.

Konvoya ku ji Sûltangaziyê bi rê ket destpêkê wê biçin Sûltanbeyliyê. Jin wê li pêşiya Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyekê bidin.

Li Girtîgeha Kandirayê Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tûglûk, Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn dîlgirtî ne.