‘Meşa demokrasiyê’ gihişt Enqereyê

‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ya ku HDP’ê di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê dabû destpêkirin gihişt Enqereyê. Hevserokên Giştî yên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan.

Meşa HDP'ê ku di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê dabû destpêkirin gihişt Enqereyê. Ji bo çalakiya dawî ya "Meşa Demokrasiyê" HDP'î û bi dehan rêxistinên demokratîk li Parka Meclîsê gihan hev. HDP'î, pêkhateyên HDP'ê, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, nûnerên Partîzanê, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman, Serokê Soreşgerên 78'an û helbestvan Ahmet Tellî, hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Ganî Kaplan û gelek rêxistinên demokratîk tev li çalakiyê bûn.

Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Îlknûr Bîrol got: "Me ji Edîrneyê heya Colemêrgê meşa xwe ya demokrasiyê da destpêkirin. Û em niha li nav dilê meclîsê careke din nîşan didin ku em ê di qadên siyaseta demokratîk de tim û tim bitêkoşin."

Her wiha Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû ku parlementeriya wan hatibû betalkirin jî peyam şandin.

Girseyê li ber deriyê parkê bi coşeke mezin Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar pêşwazî kirin. Her du Hevserokên Giştî çavdêriyên xwe û daxwazên hatine kirin bi navê "Danezana Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê" daxuyandin.

Di danezanê de hat gotin ku ji 1'ê Hezîranê heya 1'ê Îlonê bi navê Bernameya Têkoşîna Demokratîk bernameyek hatiye amadekirin û armanca sereke ya vê bernameyê li dijî feraseta darbekar parastina demokrasî, heq, hiqûq, edalet û azadî ye. Di danezanê de ev tişt hatin gotin: "Di vê çarçoveyê de me di 1'ê Hezîranê de danezaneke 9 xalî amade kir û ji bo têkoşîneke hevpar me bang li hemû kesan kir. Di vê çarçoveyê de di 15'ê Hezîranê de jî ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve 'Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê' da destpêkirin. Me bi vê meşê xwest em ji pêkanînên îqtidara ku êdî civak bê nefes hiştiye bêjin êdî bes e û me xwest em îtiraza civakê veguhêzînin kuçeyê. Di dema meşa xwe de me eleqeya gelên Tirkiyeyê dît. Eleqeya gelan nîşanî her kesî da ku bilidnkirina têkoşînê çi qasî girîng e.

ARMANCA MEŞÊ

Ji bo daxwaza kar û nanî ya bi milyonana kesên nikarin debara xwe bikin; ji bo daxwaza bi deh milyonan kesên dibêjin 'Ji Şer re Na, Demildest Aşitî'; ji bo doza Kurdan bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin; ji bo nasnameyên ku bi qanûneke bingehîn a demokratîk doza welatîbûyîneke wekhev û azad dikin; em ji bo jinan, ji bo ciwanan, ji bo kedkaran, ji bo xizanan, ji bo karkeran meşiyan.

Em ji bo demokrasî, aşitî, heq, hiqûq û edaletê meşiyan. Ji bo parastina maf, vîn û xwedîderketina li vîna 82 milyonî meşiyan. Em bi tenê nemeşiyan. Ligel hemû astengiyan jî piraniya civakê piştgirî da me, em bi hêz û qaweta ku wan da me meşiyan.

Partiya me bi vê meşê careke din nîşan da ku perçeyeke girîng a Tirkiyeyê ye, parazvanê demokrasî, maf û azadiyan e."

Di berdewamiya danezanê de ev tişt hat destnîşankirin: "Em bi berpirsiyariyeke mezin a demokrasiyê meşiyan û me meşa xwe temam kir. Civak, gelên me hemûya helwesta HDP'ê, helwesta wê ya di siyaseta demokratîk û sekna wê ya ku tawizan nade dît. Bi vî awayî biryardariya gelê me, vîn û hêviya gelê me mezintir bû."

Piştî axaftina hevserokan beşdarvan li ser piyan li çepikan xistin. Bi vî awayî merhaleya ewil a bernameya HDP'ê ku dê heya 1'ê Îlonê berdewam bike, temam bû.