Meşa Demokrasiyê gihaşte Edene

Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê gihaşte Edeneyê. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, ''Em berxwedana xwe dibine Enqerê.''

'Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê' ya HDP'ê ku ji Colemergê ber bi Enqerê ve dabû destpêkirin, piştî Sîwerek, Hilwan û Rihayê û Dîlokê gihaşte Edeneyê.

Li Sîwerek, Hîlwan, Riha û Dîlokê konvoya meşa demokrasiyê ya HDP'ê bi coşî û kelecaniyekê hate pêşwazîkirin.

Piştî  Dîlokê konvoya HDP'ê dema ku gihaşte Edeneyê  û bi dilgermî, bi lîlan û dîlan û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.

Berdekva HDP'ê Ebrû Gunay li Edeneyê axivî û got,''Ji Colemêrgê heta bi Wanê, ji Wanê heta bi Amedê û îro em li Edene ne. Li her kuçeya ku em lê bûn me hedefa xwe, hêviya xwe mezintir kir. Niha dîsa me hêvî, berxwedan, bawerî zêde kir. Me hemûyan bi hev re dît HDP, biryardariya gelan di qadan, mekana, dîwaran hilnayê. Weke ciwanên ku li Edene li me guhdarî kirin û kêfxweşiya wan xwe li kuçeyan nîşan dayî, îro 82 milyon ciwan û gelên Tirkiyê dimeşin. Em dengê xwe, berxwedana xwe dibine Enqerê.''