Meşa Azadiyê tevî êrîşan jî dewam dike

Li Wanê polîsan êrîşî kesên xwestin beşdarî Meşa Gemlîkê bibin kirin û gelek kes binçav kirin. Li Mêrsînê jî gel dest bi meşê kirin.

Polîsan ku li Wanê xwestin Meşa Gemlîkê asteng bikin, avahiya HEDEP’ê dorpêç kirin. Polîsan êrîşî girseyê kirin ku xwestin bimeşin.

Hevserokên HEDEP’ê yên bajêr Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP’ê yên bajêr Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Polat, Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê erka wî hat desteserkirin, Hevserokê HEDEP’ê yê Îpekyolu Çaçan Ûzûnay, Rêveberê bajêr Omer Işik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

MÊRSÎN

Çalakvanên “Meşa Azadiyê” yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya fîzîkî û pêkanîna hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re, ji Edene û Dîlokê derketin rê, di ketina Mêrsînê de gihiştin hev. Girseyê tevî hemû astengkirinan jî berê xwe dan Parka Ozgur Çocuk a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê. Hat zanîn ku wê baskê Çûkûrovayê li parkê were cem hev. Meşvanan dirûşmên, “Zext wê nikaribin me biçewisînin”, “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin. 

Welatiyên ji Edene, Dîlok û Hatay û Osmaniyeyê derketin rê dê li Parka Ozgur Çocuk daxuyaniyê bidin û bere xwe bidin Gemlîkê.