'Bi meşa azadiyê em dixwazin encamê werbigirin'

Meşa Azadiyê ya ku 1'ê Sibatê li Wan û Qersê destpê kir, wê li Stenbolê bi çalakiyên cuda di rojevê de bê hiştin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz destnîşan kir ku çalakî û karê wan wê ji bo encamwergirtinê be.

Meşa Azadiyê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di 1'ê Sibatê de ji Wan û Qersê tevî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li hemû girtîgehan jî destpê kir. Meş û çalakiyên ku tevî êrîşa polîsan destpê kirin wê heta 15 'ê Sibatê dewam bikin. Li aliyê din, di serî de li Stenbolê û bajarên Tirkiyeyê ji bo çalakî berfireh bibin, wê çalakiyên curbecur bên lidar xistin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev çalakî û xebatên wan ne tenê ji bo rojev avakirine, li ser esasê encam girtinê ye.

‘EM DIXWAZIN VÊ MIJARÊ VEGUHERÎNIN QADEKE HEVPAR A BERXWEDANÊ’

Gonca Yangoz, bibîr xist ku meşa azadiyê li Kurdistanê ji du baskan dest pê kiriye û got, "Ji ber ku tecrîda demdirêj di rastiyê de li hemû qadên jiyanê belav bûye, daxwaza me di serî de azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane û rizgariya Tirkiyeyê esas digire. Di vê çarçoveyê de em beşdarî Meşa Azadiyê bûn. Em dizanin ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, bandora wê li ser hemû gelên Stenbolê, yanî li rojava, wê girantir bibe. Ji ber vê yekê em dixwazin vê mijarê bi hemû tevgerên sosyalîst, hunermend û hemû komên hestiyar re veguherînin qada hevpar a berxwedanê. Tişta ku em dixwazin li Stenbolê bikin, çalakiya Meşa Azadiyê destekkirin û xistina rojevê û encam wergirtin e.”

‘EM HEWL DIDIN JI BINGEH VE ÇARESER BIKIN’

Gonca Yangoz, da zanîn ku hem parêzer û hem jî hunermend di vê çarçoveyê de xebatê dimeşînin û got ku çalakiya Nobetên Edaletê berdewam dikin. Yangoz, anî ziman ku berî vê hiqûqnas daxuyanî dabûn û wiha dirêjî da gotina xwe, “Li wir metnek bi îmzeya hunermendan jî hebû. Dayikên di Nobeta Edaletê de hê jî çalakiyên xwe didomînin û hewl didin dengê xwe ji wir bidin bihîstin. Polîtîkayê şer sedema xizaniyê ye û giranbûna wê bi tecrîdê ve girêdayî ye. Rêya şikandina vê polîtîkayê, li ser milê hemû civakên rêxistinbûyî ye.

Di vir de armanca yekemîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên hevrêyên me yên di grevên birçîbûnê de ne. Di vê çarçoveyê de xeleka çalakiyan a têkildarî Nobeda Edaletê ku li derve dewam dike, ji aliyê sivîlan ve tê hembêzkirin û li wir deng tê dayîn. Esas hemû sazî li qadên xwe û li gorî perspektîfên xwe çalakiyên curbicur plan dikin.''