Meşa Azadiyê: Gel li pêşiya Gemlîkê disekine

Beşdarên 'Meşa Azadiyê' ku li pêşiya navçeya Gemlîkê hatin sekinandin, gobendê digerînin û li benda derbasbûna nava navçeyê ye.

'Meşa Azadiyê' dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê hatiye destpêkirin. Gelek kesên ji bajarên derdorê bi sedan wesayitan ji doh ve bi rê ketin, li ser rêya Gemlîkê ne.

Ji herêmên Ege û Marmarayê gelek kes vê sibehê bi rê ketin. Polîsan Bûrsa û navçeyên wê dorpêç kirin û wesayitên ketin Gemlîkê yek bi yek sekinandin. Girseya gel tevî hewa sar û baranê jî govendê digerîne û li benda derbasbûna nava Gemlîkê ye.

WESAYITA PARLAMENTER BI VÎNÇÊ RAKIRIN

Li aliyê din wesayita Parlamenterê Amedê yê HEDEP'ê Serhat Eren ku ji navçeya Tûzla ya Stenbolê diçû Gemlîkê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û bi vînçê hate rakirin.

BÛRSA

Li Bûrsayê ku navenda meşê ye, gel li taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirimê li hev kom bû. Qada kombûnê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Her wiha li navçeyên Înegol û Yildirimê avahiyên partiyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li navçeya Înegolê destûr nayê dayin ku girseya gel ji avahiya partiyê derkevin, il navçeya Yildirimê jî destûr nayê dayin ku deriyê avahiya rêxistinê bê vekirin.