Meşa Azadiyê: Gel digihêje hev û diçe Gemlîkê
'Meşa Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve destpê kir, dewam dike. Di çarçoveya meşê de ji Îzmîr û Eskîşehîrê girseyên gel bi rê ketin.
'Meşa Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve destpê kir, dewam dike. Di çarçoveya meşê de ji Îzmîr û Eskîşehîrê girseyên gel bi rê ketin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, Meşa Azadiyê ya ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve dewam dike. Gelek kesên ji Enqere û Mersînê bi rê ketin ku siyasetmedar jî di nav de hene, li Eskîşehîrê gihîştin hev. Piştre jî ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.
LI GEL ÊRÎŞ Û BINÇAVKIRINAN MEŞ DEWAM DIKE
Ji bajarên herêma Egeyê jî gelek kes li qada Newrozê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê li hev kom bûn. Girseya gel a ji Mûgla, Manîsa û Aydinê li qadê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Girseya gel bi dirûşma "Bi zextê nikarin bi me" bersiv da êrîşa polîsan.
Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlekariyê ya li Çankayayê.
Navê çend ji kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Mahsum Koç, Ayşe Sılık, Cuma Kolu Kısa, Şakir Oklav, Fulya Erdoğan, Abdulgani Telli, Fatma Funda Akbulut, Dindar Arslanğray, Ramazan Sılık, İbrahim Esen, Nevzat Aktaş, Sıraç Turğal, Emanet Kaban, Kudbettin Karagöz û Kamil Dağ.
Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel bi wesayitên taybet ber bi Gemlîkê ve bi rê ket.