Meşa Azadiyê: Çareserî bi paradîgmaya Abdullah Ocalan dibe
Di axaftinên li Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk de işaret bi paradîgmaya Rêber Apo hate kirin û hate gotin, "Heta tecrîd neqede çareserî nabe. Divê Abdullah Ocalan azad bibe."
Di axaftinên li Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk de işaret bi paradîgmaya Rêber Apo hate kirin û hate gotin, "Heta tecrîd neqede çareserî nabe. Divê Abdullah Ocalan azad bibe."
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meşvan, gihiştin Edeneyê. Bi sedan kesên li Xaçerêya Karasuyê ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê hatin gel hev. Meşvan, bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de lolîpopên “Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na”, “Berxwedan jiyan e”, “Em di çareseriyê de biisrar in, em ê bi ser kevin”, “Em ji hêza teorîk û pratîk bibawer in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Berxwedand ê bidome, silav ji azadiyê re”, “Em rê nadin talanê” û “Tecrîd didome” û pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” hatin hilgirtin. Welatiyan, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Meşvanan li vir daxuyanî dan.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ewilî axivî û spasiya pêşwaziyê kir. Canpolat, destnîşan kir ku li Kurdistanê krîzeke mezin heye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye. Li dijî gelan şer tên meşandin. Jin û zarok tên qetilkirin. Em dixwazin ji vir heta Enqereyê û tevahiya dinyayê em şer naxwazin. Em dixwazin ku çareseriyek çêbibe. Salek û nîv e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kampanya me didome. Li hemû dinyayê û li welatê me berdewam dike.”
Kerem Canpolat bi bîr xist ku di salên 2013-2015’an de Rêberê Apo wek muxatabeke fermî pê re dan û standinê dikir û wiha domand: “Aramî û xweşî li welatê me çêbûbû. Em dixwazin ji bo ev aramî çêbibe tecrîd were rakirin û çareserî pêk were. Em dixwazin desthilatdariya AKP-MHP’ê îradeya gelan binpê neke. Gelê me aştî û çareseriyê dixwaz e. Em dixwazin gelê xwe û hemû gelan ji van krîzan biparêzin. Gelê me li her bajarî gotin ku em dixwazin hûn li Enqereyê banga aştiyek mayînde bikin. Em dixwazin dengê aştî û azadiyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe.”
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Emîn Ay jî bal kişand ser armanca meşê û ev tişt anî ziman: “Navê meşa me çareseriya demokratîk û azadiyê ye. Ev meşa me ji bo hemû neteweyan, baweriyan û çandan e. Ji bo hemû bindestan em dibêjin azadî. Rêberê vî gelî navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Rakirina tecrîdê tenê ne bes e. Divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ku Tirkiye ji van krîzan xelas bibe, divê demildest bi awayek fizîkî birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn. Divê parlamento bi nûnertiya xwe rabe. Divê demildest vê rewşa heyî û zilma tê kirin ji holê rakin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in. Ji aliyekî ve yên banga aştiyê dikin ji aliyekî ve jî meşa me asteng dikin. Ev yek û dîmenê li vir nêzikatiya wan nîşan dide. Em dibêjin ev pêşîlêgirtin rê li ber çareseriyê digire.”
Sumeyye Boz destnîşan kir ku çareserî û azadî tenê ne ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hewcedariyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Wan jî navnîşan nîşan da û em jî carek din bang li hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku tenê navnîşanek heye ew jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn û demildest azadiya wî pêk were. Heta em bigihîjin armanca xwe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û çareserî pêk were, wê têkoşîn û berxwedana me bidome.”
Meşvan piştî hevdîtina li Edeneyê, derbasî Mersînê bûn û wê li vir jî daxuyanî bê dayîn û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bê kirin.