Meryem Soylû ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî hatin girtin
Ji 14 kesên ku di operasyonên qirkirinên siyasî yên li Amedê de hatîn destgîrkirin, Meryem Soylû ya 79 salî ya endama MEBYA-DER’ê Hatûn Aslan a 71 salî hatin girtin.
Ji 14 kesên ku di operasyonên qirkirinên siyasî yên li Amedê de hatîn destgîrkirin, Meryem Soylû ya 79 salî ya endama MEBYA-DER’ê Hatûn Aslan a 71 salî hatin girtin.
Ji 14 kesên ku 27’ê Sibatê di operasyonên qirkirina siyasî de li navenda bajêr a Amedê hatîn destgîrkirin, Endamên Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER) Meryem Soylû (79), Hatûn Aslan (71) û Rêbeverê Naveçeya Rezan ê Partiya Demokratî a Gelan (HDP) Fetûllah Işik îro piştî nîvro derxistin Edliyeya Amedê.
Aslan û Soylû yên piştî ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatî girtin û bi îdîaya “endambûna rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Silha Nobedar kirin, hatin girtin. Işik jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Hevserokên MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag û Yuksel Almas, endam û rêveberên wan Zekî Dag û Ayşe Çelîkbîlek, Rêvebera Bajêr Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, Rêveberê Navçeya Baglar ê DBP’ê Tahir Gul, Hevseroka Navçeya Kayapinar a HDP’ê Hanim Altindag, Rêveberê berê yê rêxistina Navçeya Sûr a HDP’ê Mûrat Uzgun, Rêveberê berê yê Bajêr ê HDP’ê yê Amedê Hafiz Işik, Rêveberê MEYA-DER a bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê hatî girtin Mûzafer Ûlaş jî di nav de, bi daxwaza dirêjkirina dema destgîrkirinê biribûn dozgeriyê. Dozgerê dema destgirîkirina 11 kesan ji bo 24 seatan dirêj kiribû. Piştî ku dema destgîrkirina wan 11 kesan 24 saet hate dirêjkirin, birin Midûryeta Emniyeta Amedê.