Merkel û Erdogan bi rengekî nexweş li hev rûniştin
Serokkomare Tirk Tayyîp Erdogan, ku ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an bibe hate bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, danê êvarê bi Serokwezîr Angela Merkel re rûnişt.
Serokkomare Tirk Tayyîp Erdogan, ku ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an bibe hate bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, danê êvarê bi Serokwezîr Angela Merkel re rûnişt.
Balkêş e beriya vê hevdîtina ku sar derbas bû, welatiyekî Elman li Tirkiyeyê hate binçavkirin.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, beriya civîna bilind a G-20'an ku wê îro (În) dest pê bike, li Hambûrgê bi lîderan re dest bi hevdîtinê kir. Merkel bi Serokê DYA Donald Trûmp re rûnişt û li ser daxwaza Tirkiyeyê, hevdîtina duyemîn bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re kir.
Hevdîtin li otela Kempînskî Atlantîkê pêk hat û piştî vê hevdîtina ku bi qasî saetekê dewam kir, her du lîderan daxuyanî nedan. Tê gotin, ku hevdîtin xweş derbas nebûye. Rayedarên hikumeta Merkel ragihandin, ku di hevdîtinê de mijarên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de bûne cihê nîqaşê û aloziyê hatine nirxandin.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de hatin weşandin, ji ber ku destûr jê re nehatiye dayin ku ji alîgirên xwe re baxive, Erdogan gilî û gazin li Merkel kiriye.
Di hevdîtinê de herw iha Peymana li ser Penaberan a bi Yekîtiya Ewropayê re hatiye îmzekirin, di serî de nûçegihanê Dîe Welt welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne û binpêkirina mafên mirovan a li Tiriyeyê hatine nirxandin.
Her wiha li gorî agahiyên gihîştin çapemeniyê, Erdogan ji Merkel xwestiye ku yên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê xwe li Elmanyayê girtine radest bike û qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê hê bêhtir bişidîne. Hat ragihandin, Serokwezîr Merkel jî jê re gotiye, ku ew dixwazin di nava têkiliyeke maqûl a ku zerarê nede dostaniya her du welatan de bin.
ELMANEKÎ DIN JÎ HATE GIRTIN
Balkêş e, dema Erdogan li ser rêya Elmanyayê bû, welatiyekî din ê Elman li Tirkiyeyê hate girtin. Bi vî rengî hejmara welatiyên Elman ên li girtîgeha li Tirkiyeyê ne gihîşt 30 kesî.
Di nava binçavkiriyan de parêzvanê mafên mirovan Peter Steûdtner jî heye.