Mêrdîn ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin

Beriya mîtînga Ahmet Davûtoglû ya li Mêrdînê, bajar ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Beriya mîtînga Ahmet Davûtoglû ya li Mêrdînê, bajar ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Beriya mîtînga Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya li Mêrdînê, navenda bajêr di bin dorpêçiya polîsan de ye. Li her goşeya bajêr maşînên zirxî hatine bicihkirin. Helîkopterên polîs û leşkera bê navber li ser bajêr digerin. Polîsên taybet ên her du aliyên rêya Valî Ozan girtine, nahêlin şêniyên bajêr derbasî aliyê din ê rê bibin. Her wiya ji ber ku tenekeyên çopê bi kîsên naylon hatine girtin, gel nikare çopa xwe birijînin van tenekeyan. Polîsên ku rawestgehên otobus û mînîbusan girtine, nahêlin rêwî li van rawestgehan peya bibin an jî siwar bibin.

Ji balafirgeha Mêrdînê ya li Qoserê, ku Davûtoglû wê lê bê pêşwazîkirin heta navenda bajêr li her du aliyê rêya ji 30 kîlometreyî polîs û leşker bicih bûne. Wesayîtên tên navenda bajêr ji aliyê polîsan ve bi kûçikan tên lêgerîn. Polîsan hema bêjin li bajêr jiyan sekinandine. Gel li hemberî vê rewşê aciz û nerazî ye.