Merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Jochim hat taloqkirin

Ji ber rayedarên dewleta Elman bi hinceta wê otopsiyê bikin dest danîn ser cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst Kevîn Jochîm ê di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da merasîma dihat payîn sibe pêk bê hat taloqkirin.

Ji ber rayedarên dewleta Elman bi hinceta wê otopsiyê bikin dest danîn ser cenazeyê şoreşgerê enternasyonalîst Kevîn Jochîm ê di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da, merasîma dihat payîn sibe pêk bê hat taloqkirin.

Di daxuyaniya NAV-DEM û Navenda Civaka Demokratîk a Karslruhe ya têkildarî mijarê de wiha hat gotin, “Şoreşgerê enternasyonalîst ê mezin Kevin Jochîm, dema li hember çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê şer dikir, 6’ê Tîrmehê li Rojava şehîd ket. Cenazeyê şervanê YPG’ê şehîd Dilsoz Bahar (Kevin Jochîm) ji aliyê dewleta Tirk ve bi rojan li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat rawestandin.

Dewleta Elman timî radigihîne ku DAIŞ dijminê mirovatiyê û pêwîst e li hember têkoşîn bê kirin. Lewma wezîfeya dikeve ser milê dewleta Elman ev e ku hevrê Dilsoz Bahar ê dema li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir şehîd ket wek şehîdê mirovatiyê îlan bike, merasîmê hêsan bike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hinceta “wê otopsî bê kirin” dest danîne ser cenazeyê şervanê YPG’ê Jochîm, bal hat kişandin ku ev biryar manîdar e û hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku merasîma Dilsoz Bahar (Kevin Jochîm) a sibe Karlsruhe wê hatiba lidarxistin hatiye taloqkirin, piştî cenaze bê wergirtin, roja merasîmê wê bi raya giştî re bê parvekirin.