Mehmet Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Mehmet Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina malbatî ya bi birayê xwe Ocalan re pêk bîne ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Mehmet Ocalan ji bo ku bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Mehmet Ocalan duh ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kiribû piştî serlêdan hate qebûlkirin serê sibê ji bo biçe Girava Îmraliyê hate Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê. Mehmet Ocalan ji 18'ê sibatê heya niha bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Mehmet Ocalan piştî kontrolan ber bi Girava Îmraliyê ve derket rê.

Serlêdana parêzeran a di 11'ê hezîranê de bi hinceta keştî xirabeya hatibû redkirin û balkêşbû ku Mehmet Ocalan bi keştiya digotin "xirabe ye" ber bi Girava Îmraliyê ve derket rê.