Mehkûmên Kurd ên di greva birçîbûnê de ne xeterî heye bên darvekirin
Mehkûmên Kurd ên di greva birçîbûnê de ne xeterî heye bên darvekirin
Mehkûmên Kurd ên di greva birçîbûnê de ne xeterî heye bên darvekirin
Mehkûmên Kurd ên li Girtîgeha Ûrmiyeyê, li gel zext û zordariyên rejîma Îranê, greva xwe ya birçîbûnê ev 18 roj in dewam dikin. Lê belê berpirsyarên girtîgehê bi gefa darvekirinê bersivê didin mehkûman.
Greva birçîbûnê ya mehkûmên siyasî yên Kurd a li dijî biryara rejîma Îranê ku dixwaze mehkûmên siyasî û mehkûmên adî têxe heman koxûşê destpê kir, di roja 18. de dewam dike. Li gorî agahiyên ji girtîgehê hatin wergirtin, di nava vê demê de Servîsa Îstîxbaratê ya Îranê Îtlaatê, bi darvekirin û sirgûna li girtîgehên li başûrê Îranê gef li girtiyan xwariye.
Ji mehkûmên siyasî yên Kurd Osman Mistefapûr, berpirsyarê Îtlaatê yê girtîgehê bang lê kir û ew di lêpirsînê re derbas kir. Li hemberî gefên berpirsyarê Îtlaatê, mehkûm dibêjin ku heta daxwazên wan bicih werin anîn ew ê grevê dewam bikin.
Der heqê rewşa tenduristiyê ya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de jî, fikar hene. Ji ber mercên girtîgehê û greva birçîbûnê, rewşa tenduristiyê ya mehkûmen xera dibe. Ji mehkûmên çalakgerê greva birçîbûnê Elî Riza Resûlî, tevî ku sewqî gelek nexweşxaneyan hat kirin, tedawiyê red dike.
Ev 18 roj in mehkûmên siyasî yên Kurd greva birçîbûnê dewam dikin, lê rejîma Komara Îslamî ya Îranê hînê bersivek nedaye daxwazên wan.
Mehkûmên di greva birçîbûnê de ne ev in: Elî, Welî û Cafer Efşarî (sê bira), Şêrko Hesen Pur, Mihemed Ebdullahî, Xizir Resûlî Rad, Saman Nesîm, Emîr Milladost, Sîrwan Nijawî, Cafer Mîzayî, Îrahîm Rezapur, Ebdullah Efxerî, Ebdurheman Silêman, Ebudallah Omerî, Seyd Samî Hisenî, Ebdulla Hemûdî, Ehmed Temûyî, Osman Mistefa Pur, Behroz Alxanî, Mistefa Rehman, Yûsif Kakememî, Seyd Cemal Mihemedî, Elî Reza Resûlî, Şoreş, Hebîb Efşarî û Mistefa Dawûdî.