Medyaya Siûdî: Têkiliyên Tirkiyê bi Îhvanê re hene

Piştî ku Tirkiye di krîza kendavê de xwe li ser Katarê kir hişyariya cidî ya li dijî Tirkiyê ji çapemeniya Siûdî û Misrê hat. Medyaya Siûdî diyar kir ew dikarin têkiliyên veşartî yên Tirkiyê yên bi Îhvanê re weşînin.

Piştî ku Tirkiyê di krîza kendavê de xwe li ser Katarê kir medyaya Siûdî û Misrê got Tirkiyê û Katarê bi Birayen Mislman (Îhvan) re li Tirkiyê rûniştine û di rûniştinê de peyman danîne ku têkilî karê navxweyî yê welatên Ereb bibin û aramiyê têk bibin.

Rojnameyên bi navê Riyad û Ukazê yên Siûdî nivîsî, endamê Îhvanê û AKP’ê li Tirkiyê li hev rûniştine û, ‘’Peymaneke hevpar danîne ku Tirkiye û Katar têkilî karê navxweyî yên welatên Ereb bibin û aramiyê têk bibin’’

Hate gotin AKP bi rayedarên payebilind tevlî civînê bûye û hate gotin biryar hatiye standin ku, ‘’Polîtîkayên navtêder ên bi ser Misrê de werin berdewamkirin û ji bo zexta li ser Katarê werin kêmkirin endamên Birayên Misilman ên li  Katarê biçine welatên weke Tirkiye, Sûdan, Ingîltere û Malezeyayê’’. Heman îdîa di rojnameya Al Ahram a Misrê de jî weşiya.

Rojnameya Acîl a Siûdî jî got wan ‘belgeyên veşartî’ bi dest xistine û ,’’di belgeyên veşartî de Tirkiye û Katar ji bo ku li nav welatên Ereb neramiyê pêk bînin di asta bilind de hevkarî kirin’’

Di nûçeyê de hate gotin li Misrê di dema Serokkomarê Misrê Mursî de ku ji Birayê Misilman bû, Emîrê Katarê Temîm bîn Hamad soz daye Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku ‘di navbera Tirkiyê û Misrê de veberhênana turîzmê were kirin’’

Her wiha tê gotin piştî hişyariya Mîrê Katarê Hama a li Al Jazeerayê dawî li rexneyên xwe yên têkildarî Tirkiyê aniye.