MED TUHAD-FED: Tavilê destgîrkiriyan berdin

MED TUHAD-FED nerazîbûn nîşanî destgîrkirina endam û rêveberên xwe yên di operasyonên li Amed û Stenbolê de da, daxwaz kir ku destgîrkirî tavilê bên berdan.

Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), derbarê operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Stenbolê yên li dijî endam û rêveberiyên xwe, li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr, TUAY-DER’a Amed û MED TUHAD-FED’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê MED TUHAD-FED’ê Mehdîn Tekîn ve hat xwendin.

Tekîn bibîr xist ku operasyonên qirkirina siyasî bê navber didomin û wiha axivî: “Her roj bi dehan kes tên destgîrkirin. Navnîşanên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî bê agahî avêtin ser. Di vê çarçoveyê de êrîşên li ser saziya me û komeleyên girêdayî me jî bê navber berdewam dikin. Ji damezrandina me heta niha zêxtên li ser şaxên me, destgîrkirin û girtinên li ser endamên me bi awayekî rûtîn dimeşînin. Di nîvê şevê de li ser avahiyên komeleyên me de digirin û dest danin ser ewraqên me. Malbatên girtiyên ku agahiyên wan ên serlêdanê li cem me qeyd kirine, gef li wan tê xwarin, dest danin ser dosyayên me yên serîlêdanên îhlalên mafan."

Tekîn diyar kir ku xebatên wan bi awayekî fîîlî tên astengkirin û wiha got: “Herî dawî komeleya me ya Stenbolê nîvê şevê bê xeber serde girtin, alavên di avahiyê belav kirin û 5 hevalên me bi awayekî bêhiqûqî binçav kirin. Bi îdîayên sefsete van êrîşan dimeşînin. Ev bêhiqûqî bi destê darazê tê kirin. Gotinên desthilatdariyê yên reformê ji manupulasyonê wêdetir nînin. Divê Tirkiye ji reformê wêdetir pêwîstiya peymanên neteweyî û navneteweyî bi cih bîne. Raporên îhlalên girtîgehan û girtiyên nexweş ên ku bi awayekî rêkûpêk em ji çapemeniyê re parve dikin desthilatdariyê aciz dikin. Dixwazin pêkanînên polîtîkayên tecrîdê li hemû girtîgehan belav bikin.”

Herî dawî Tekîn destnîşan kir ku li dijî zext, destgîrkirin û bêhiqûqiyê li ser saziya wan tê meşandin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û ev got: "Em careke din dibêjin ku hûn nikarin gelê kurd û saziyên me bi polîtîkayên çetewariyê yên qûtifandina civakî encam bigirin. Divê hûn hemû hevalên me demildest serbest berdin û dest ji van zextên xwe berdin. Em raya giştî ya demokratîk û muhalefeta sivîl li dijî bêhiqûqiyên desthilatdariya Sûsûrlûkê ya sînoran nas nake vedixwînin têkoşînê.”