BI DÎMEN

Med Nûçe vê carê ji bo Geverê weşana taybet dike

Med Nûçe, weşana taybet a "Kampanya Malbata Bira" ya ji bo destekkirina bajarên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin, vê carê ji bo Geverê pêk tîne.

Med Nûçe, weşana taybet a "Kampanya Malbata Bira" ya ji bo destekkirina bajarên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin, vê carê ji bo Geverê pêk tîne.

Weşana kampanyayê wê sibeha 12'ê Hezîranê destpê bike û heta nîvê şevê dewam bike. Hunermend, siyasetmedar, rayedarên saziyên civakî yên sivîl û malbatên malên wan hatine hilweşandin wê beşdarî bernameyê bibin û banga destekê bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û gelek siyasetmedar wê tevlî weşanê bibin.

Kampanya li twitterê bi hashtag a #GevereKardesAile tê parvekirin. 

Bi vê kampanyayê ve tê xwestin, malbatên dildar ên destekê bidin malbatên Geverê bên dîtin. Ji her malbata dildar tê xwestin, li gorî rewşa xwe ya aborî ji bo kirê, mesrefên mutbexê, lêçûnên dibistanê yên zarokan û lêçûnên din ên malbatên Geverî, alîkariyê bide.

MED NÛÇE JI BO CIZÎR Û SÛRÊ WEŞANA MALBATA BIRA KIRIBÛ

Med Nûçe beriya niha weşana taybet a Malbata Bira ji bo Cizîr û Sûrê kiribû, bi sedan kesî malbatên bira ji xwe re hilbijartibûn û li gorî derfetên xwe alîkariya aboriyê bi wan re kiribûn.

Di weşana taybet a Malbata Bira ya ji bo Cizîr û Sûrê de nûnerên KCK, KNK, KCD-E, NAV-DEM, Heyva Sor a Kurdistanê, CÎK, rojnamevan, hunermend û nûnerên gelek saziyan hem bûbûn mêvanên li studyoyê hem jî bi girêdanên zindî tevlî weşanê bûbûn.

Di weşana danê êvarê de ji Rûsyayê heta Japonyayê zêdeyî 400 mirov ji çar aliyên cîhanê tevlî kampanyayê bûn.

Agahiyên ku beşdarên tevlî weşana kampanyayê dibin didin, ji Heyva Sor a Kurdistanê û saziyên pêwendîdar re tê ragihandin Û ev sazî bi beşdarên kampanyayê re têkiliyê datînin, bi vî rengî wan digihînin malbatên alîkariyê bi wan re bikin.