Med Nûçe û Newroz TV bi ser ketin, Eutelsat û TC'ê winda kirin
Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, biryareke erênî ji bo Med Nûçeyê da. Parêzerê Med Nûçe ji bo vê biryarê got, "Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve serketineke mezin e."
Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, biryareke erênî ji bo Med Nûçeyê da. Parêzerê Med Nûçe ji bo vê biryarê got, "Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve serketineke mezin e."
Dihat payîn ku dadgeh biryara xwe ya li ser Med Nûçe û Newroz TV di 14'ê Mijdarê de eşkere bike. Lê belê îmzekirina biryarê ji aliyê dadgeran ve dereng ket. Biryar a li ser Newroz TV roja Sêşemê hat eşkerekirin. Roja Pêncşemê jî biryara li ser doza Med Nûçeyê hat îmzekirin. Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê di her du dozan de Eutelsat mehkûm kir. Dadgehê xwest, weşanên Med Nûçe û Newroz TV ji nû ve werin destpêkirin.
BIRYARA EUTELSATÊ LI DERVEYÎ QANÛNAN E
Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê di biryara ya doza Med Nûçeyê de diyar kir, biryara sekinandina weşanê ne di destê Eutelsatê de ye, biryara saziya radyo û televîzyonê ya Belçîkayê ye. Dadger Thîerry Hûbert-Dûpon da xuyakirin, ku îdîayên RTUK a Tirk ji aliyê Eutelsatê ve nekarî bên îspatkirin û hikum da ku Peymana Televîzyonê ya Derveyî Sînor a Ewropayê hatiye binpêkirin. Dadgehê destnîşan kir, ku biryara girtinê 'bi rengekî vekirî li dijî qanûnan' e.
Di biryarê de ev ferman hat dayîn: "Bernameyên Med Nûçe yên ku di 3'ê Cotmeha 2016'an de weşana wan hatin sekinandin, ji nû ve li ser peyka Hotbirdê bên destpêkirin." Dadgehê diyar kir, tespîtkirina zerara li televîzyonê bûye, erka şîrketa Belçîkî ye û di vê mijarê de biryara 'ne erka min e' da. Dadgehê her wiha Eutelsat bi dayîna 5 hezar Euro tazmînatê mehkûm kir.
Bi vê biryarê re divê Eutelsat weşana Med Nûçeyê ji nû ve bide destpêkirin. Naxwe ji bo her roja dereng bikeve, divê 10 hezar Euro tazmînatê bide Med Nûçe.
Dadgehê roja Sêşemê, ji bo Newroz TV jî biryareke bi heman rengî da bû û xwestibû weşana Newroz TV ji nû ve were destpêkrin. Ji bo her roja dereng bimîne jî biryar da ku 10 hezar Euro tazmînatê bide Newroz TV.
PARÊZER MALTERRE: JI BO AZADIYA ÇAPEMENIYÊ SERKETINEKE MEZIN E
Parêzerê Med Nûçe Jean Loûîs Malterre li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Eutelsat îtiraz bike jî wê encamê nikaribe biguherîne. Malterre ji bo biryara dadgehê got, "Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve serketineke mezin e."
Li ser serlêdana Med Nûçe, rûniştina destpêkê ya doza li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, di 26'ê Cotmehê de pêk hatibû. Parêzerê Eutelsatê di rûniştina dozê de li xwe mikur hatibû ku li ser daxwaza Tirkiyeyê weşana televîzyonê hatiye birîn û 'sûcekî di weşanê' de hatiye kirin, nekarîbû delîlekê pêşkêş bike.
Hêjayî gotinê, weşana Med Nûçe roja 3'ê Mijdarê, ya Newroz TV jî di 11'ê Cotmehê de hatibû birîn.