Meclisa Leşkerî ya Suryanî 5 şehîdên xwe eşkere kirin

Meclisa Leşkerî ya Suryanî 5 şehîdên xwe ku di berxwedana dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundên Aşûriyan li gundewarên Til Temirê şehîd bûn, eşkere kirin.

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek ji raya giştî re li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir, tê de nasnameyên 5 şehîdên ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Aşûriyan li Hud El-Xabûr şehîd bûne, ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şervanên xwe radigihîne (nasnameya şervanekî Seîd Ebdellah (Asro Hesekê) berê ragihandibû) îro jî nasnameyên 4 şervanan ku di şerê parastina herêma Til Temir û gundên El-Xabûr li Bakurê Sûriyê de radigihîne."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav: Seîd Ebdellah
Navê tevgerî: Asro Hesekê

..

Nav: Enes Temî
Navê tevgerî: Lûeyî

..

Nav: Mûaz El-Salih
Navê tevgerî: Cûdî

..

Nav: Mihemed El-Omer
Navê tevgerî: Aryo

..

Nav: Hemze El-Mûsa
Navê tevgerî: Sabro