Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê: 20 kes hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, ragihan ku li hemberî komkujiyên li Dehla û Cidêdet Begara çalakiya bersivdayînê li dijî hêzên hikûmeta Şamê pêk anîne û di encama çalakiyan de 20 kes hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, çalakiyeke tolhildanê lidar xistiye.

Daxuyaniya Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya der barê çalakiyê de bi vî rengî ye:

“Ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, ji bo tevahî şehîdên sivîl û leşkerî, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê çalakiyeke tohildanê ya berfireh pêk anî.

Çalakî li dijî 3 nuqteyên hêzên rejîmê û çeteyên wê yên li rojavayê çemê Firatê hat kirin. Di encamê de 18 endamên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Di çalakiyeke suîqastê ya hêzên me de 2 endamên din jî hatin kuştin. Hêzên çalakiyê 11 çekên kalaşnîkov û miqdareke alavên leşkerî desteser kirin.

Di çalakiyê de nuqteyên rejîmê yên li gundên Keşma, Bûleyl û Tob ên li aliyê rojavayê çemê Firatê (rojhilatê Dêrazorê) ku jê êrîşî herêmên me dikirin, hatin kontrolkirin. Armancên çalakiyê pêk hatin û hêzên me bi ewlehî vegeriyan baregehên xwe.

Hêzên rejîma bi armanca tolhildana ji helwesta gel a ku siyaset û êrîşên wê red dikin, van êrîşan dikin. Em hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê diyar dikin ku ev çalakî hişyarî ji bo hêzên rejîmê û milîsên wê ne ku eger sûcên xwe li dijî gelê me û herêma me ya Dêrazorê bidomînin, em ê mafê parastina rewa bi kar bînin.

Em şervanên xwe yên beşdarî çalakiya tolhildanê bûbûn, silav dikin. Baweriya me bi hêza şervanên me heye ku eger êrîş bêne kirin dê karibin xwe bigihînin nuqeteyên leşkerî yên rejîmê û milîsên wê.”