Meclîsa gel a Shefîeld/Doncaster kongreya xwe lidar xist
Li herêma Shefîeld/Doncaster a Bakurê Îngîltereyê Meclîsa Gel a Demokratîk 2’emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Li herêma Shefîeld/Doncaster a Bakurê Îngîltereyê Meclîsa Gel a Demokratîk 2’emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre dîwan hate hilbijartin. Di kongreyê de bûyerên siyasî hatin nirxandin, rapora xebatê hate xwendin û nirxandin.
Piştî xwendina raporê hilbijartin hate kirin.
Di kongreyê de meclîsa ji 38 kesan pêk tê hate hilbijartin û ji bo hevserokatiyê Rûkiye Sûrî û Metîn Aslan hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeyan bi dawî bû.