Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê ji bo faşîzmê bibin derd

Berdevka Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di civîna çapemeniyê de berxwedana Wanê silav kir û got, ''Em ê ji bo faşîzmê bibin derd û paşve bixînin.”

Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Edanûr Îbrahîmoglû têkildarî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî û rojevên heyî daxuyaniyê da.

Edanûr Îbrahîmoglû got, "Ji bo nirxandina pêvajoya siyasî ya em tê re derbas dibin, hilbijartinên 31'ê Adarê û rewşa xwe ya rêxistinî, me duh lijneya xwe ya Rêveber a Giştî lidar xist. Îro jî em ê lîjneya Meclîsa xwe ya Giştî ya Ciwanan pêk bînin." 

Edanûr Îbrahîmoglû, destnîşan kir ku gel nîşan daye ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye û wiha got: "Hem gelên li Tirkiyeyê û hem jî gelê Kurd dubare dubare diyar kirin ku navnîşana çareseriyê Îmraliye, birêz Abdullah Ocalan e."

Edanûr Îbrahîmoglû, diyar kir ku ciwanan pêşengî ji Newrozê re kirine û wiha got: "Di rastiyê de coşa Newrozê ya ciwanan careke din nîşanî me da ku pêşengiya ciwanan, pêşengiya jinên ciwan tiştek ji vîn û armanca xwe winda nekirine. Bi vê baweriyê û vînê hêj jî dewam dike. Ev vîn û baweriya me ji nû ve zindî bûye."

Edanûr Îbrahîmoglû bi taybetî bal kişand ser berxwedana gelê Wanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de winda kiriye. Edanûr îbrahîmoglû got, "Em jî di berxwedana Wanê de bûn, em jî li wir bûn. Ji ber ku em li wir in em serbilind in. Em serbilind in ku vîna gelê Wanê diparêzin. Em diyar dikin ku em dudilî vê yekê hembêz nakin. Eger li hemberî vîna gelê Kurd êrîşeke din were kirin, em ê jî bi heman rengî bersivê bidin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin." 

Edanûr Îbrahîmoglu, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de têk çûye û bi gotina “Bi qanûna talanê re hewl dan têkçûna xwe ya li sindoqan dubare bigirin” nerazîbûn nîşan da. Edanûr Îbrahîmoglu, bi taybetî bal kişand ser berxwedana gelê Wanê û wiha got, "Me jî cihê xwe di nava berxwedana Wanê de girt. Em jî li wir bûn. Ji ber ku em li wir bûn, em serbilind in. Ji ber ku em xwedî li vîna gelê Wanê derketin, em serbilind in. Ji bo xwedîderketinê jî ti carî em paşve neman. Eger li hemberî vîna gelê Kurd êrîşeke din were kirin, em ê jî bi heman rengî bersivê bidin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.

Desthilatdadriya AKP-MHP’ê di hilbijartinên Gulan û Adarê de xwest polîtîkayên şerê taybet bi hinek aparatan pêk bîne. Ev jî hîzbulkontra û kesên ji xwe re dibêjin neteweperestên Kurd ku tu eleqeya wan bi kurdbûnê ve nîne. Yên digotin em ê bi flamayên xwe bên qada Newrozê, li wir xuya nekirin. Ev kesayetên ku aparatên şerê taybet in û eleqeya wan bi kurdbûnê re nîne, ji bilî dûrxistina ciwanan a ji siyaseta demokratîk û têkoşînê, xwedî tu armancan nînin. Lewma em bang li ciwanên jidil dikin ku tekane navnîşana wan Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ye. 

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me careke din dît bê ka siyaseta şer çiqas bêbandor bûye û gelê me çiqas xwedî bawerî û xwedî îrade ye. Ji bo vê sînerjiyê veguherînin mezinkirina hêviyê û birêxistinkirina têkoşînê, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê di civîna xwe de li ser vê mijarê nîqaşan bikin. Em ê bi pêşniyara plansaziyekê bikevin civînê. Dê ev plansazî jî êdî bûye kevneşopiyek ku gelê me û herî zêde ciwan jê hez dikin e. Di çarçoveya kampanyaya ‘Berxwedana biheybet a li dijî şerê taybet’ de em ê li dijî şerê taybet çalakiyê li dar bixin. Ez careke din bibêjim ku em ê ji faşîzmê re bibin derd. Em ê ji faşîzmê re bibin derd û wê qels bikin. Em ê di têkoşîna xwe ya ciwanan de pir mezin bi ser kevin û tevgera xwe ya demokratîk pir mezin birêxistin bikin. Dê dawî nûwaze be.”