Meclîsa ÎSÎG'ê: Meha Çileyê herî kêm 199 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê di meha Çileyê de herî kêm 199 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) têkildarî mirina karkeran a meha destpêkê ya sala 2021'ê ya li Tirkiyeyê raporek weşand.

Di raporê de hate ragihandin, ku meha Çileyê li şûna ku karker ji vîrûsa koronayê bên parastin, hatine xebitandin û bi rêya qanûnan karker bi mûçeyekî di asta xizaniyê de hatine xebitandin.

Li gorî daxuyaniyê, bi deh hezaran karker ji ber şewbê nexweş ketin, herî kêm 823 karkeran li ser kar ji ber bi vîrûsê ketin jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku meha Çileyê 199 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan.