Mecbûriyeta rapora Saziya Tibê cezayê bidarvekirinê yê girankirî ye

Mecbûriyeta rapora Saziya Tibê cezayê bidarvekirinê yê girankirî ye

Sîteya înternetê ya bi navê "hapistesaglik.com", ji bo tehliyekirina nexweşên girtî kampanyayeke nû ya îmzeyan dan destpêkirin. Dê wan îmzeyan paşê bidin Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn.

Di metna kampanyayê de ku tê gotin,  "Bi îmzeya xwe piştgiriyê bidin; em nîşan bidin bê li vî welatî çi qas mirovên xwedî wijdan hene; em bihêlin ku nîzamên nû yên qanûnî çêbibin!”, tê xwestin ku ji bo tehliyekirina girtiyên nexweş şertê ji Saziya Tibê ya Edlî wergirtina raporê bê rakirin û raporên ku ji nexweşxaneyên dewletê û zanîngehan tên wergirtin ji aliyê dadgehê ve werin qebûlkirin.  

Di metna kampanyayê de ku tê gotin mecbûriyeta ji Saziya Tibê ya Edlî wergirtina raporê cezayê bidarvekirinê yê girankirî ye.

Kampanya li ser vê adresa jêr a e-maîlê ji îmzeyan re hatiye vekirin:

http://www.avaaz.org/tr/petitionHapishanelerdeki_hastalari_disari_cikarin/

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî 300 girtiyên nexweş hene. Mijara  tehliyekirina girtiyên nexweş ku her dem rojeva yekemîn a  Tirkiyeyê ye ji bo nîzamên qanûnî bên çêkirin herî dawî di hevdîtina Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û  Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn de hatibû rojevê. Di çapemeniyê de jî hatibû ragihandin ku têkildarî mijarê ji aliyê Wezareta Edaletê ve xebat tên birêvebirin û di demeke kurt de wê bi encam bibe.