MDAE’ê komkujiya Mereşê şermezar kir

MDAE’ê komkujiya Mereşê şermezar kir

Meclisa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê (ABDEM) daxuyaniyek nivîskî weşand û di 35’emîn salvgera komkujiya Mereşê de kesên hatinbûn qetilkirin bibîranîn û hêzên komkujî pêk anîn lanet kirin.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku dîroka nêz ya Tirkiyê bi gelek bûyerên ku dosyayê wan hatine girtin û kujerên wan nehatine dîtin tijeye û got zihniyeta kujer îro jî didome.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku zîhniyeta faşîzan xwe li her qadê didomîne û wiha got: “

-Ligel ku di ser de 35 sal derbas bû, berpirsên sereke yên komkujiyê dewleta kur û  belgeyên komujiyê di arşîvên veşarî yê dewletê de tên veşartin. divê ev arşîv bên vekirin.

-Divê Tirkiye bi komkujiyên Mereş û Roboskê re bê rû hev. Ev rûhevhatin pêk neyê dê aştî û edelet pêk neyê.

- Tirkiye divê nasname û baweriyên cuda nas bike, bike bin ewlehiyê. Ger ev pêk neyê aştiyek bi rumet ne pêkane.

-Ji bo ku li welatê me demokrasiyeke rast pêk bê divê her kes bi awayekî azad bijî û rastî zextan neyê.

-Dewlet û AKP’ê hêj dest ji polîtîkayên xwe yên li ser baweriya elewiyan bernedaye. Divê dest ji van polîtîkayan berde.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di serî de pirsgirêka kurd, divê bi hemû komkujiyên li ser gelan pêk hatine re bên rû hev. Divê dewlet û desthilatdarî dest ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dest berde. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetê bê avakirin.

Em di serî de li Elewiyan û hemû kesî dikin ku divê di salvegera komkujiya Mereşê de her kes dakeve qadan û dengê xwe bilind bikin. Ji bo kujer bên darizandin divêher kes tevli merasîma hîmê malacemê û bîranînê ya li Mereşê bibin.