Mazlûm Der a ku hatibû tasfiyekirin însiyatîfeke nû ava kir
Şûbeyên Mazlûm Derê yên ku serê xwe ji tasfiyeya AKP’ê re netewandin, Însiyatîfa HAK ava kirin.
Şûbeyên Mazlûm Derê yên ku serê xwe ji tasfiyeya AKP’ê re netewandin, Însiyatîfa HAK ava kirin.
Şûbeyên Mazlûm Derê ku di encama polîtîkayên tasfiyekirinê yên AKP’ê de di Civata Giştî de der barê wan de biryara girtinê hatibû dayin, wê bi 'Înisyatîfa HAK' xebatên xwe bidomînin.
19’ê Adara 2017’an di Civata Giştî ya Awarte de di nav de Şûbeya Rihayê jî 16 şûbe hatibûn girtin. Mazlûm Derê Navenda xwe biribû Stenbolê.
Şûbeyên ku der barê wan biryara girtinê hatibûn standin, diyar kirin ku ji niha û pê de ti têkiliya wan bi Mazlûm Derê re nîn e û ew ê bi navê Insiyatîfa HAK rêya xwe bidomînin.
Şûbeyên Însiyatîfa HAK ji van pêkhateyan pêk tê:
1. Navenda Giştî ya Mazlûm Derê
2. Mazlûm Der, Şûbeya Antakya
3. Mazlûm Der, Şûbeya Êlihê
4. Mazlûm Der, Şûbeya Bedlîsê
5. Mazlûm Der, Şûbeya Bursayê
6. Mazlûm Der, Şûbeya Amedê
7. Mazlûm Der, Şûbeya Dîlokê
8. Mazlûm Der, Şûbea Colemergê
9. Mazlûm Der, Şûbeya Izmîrê
10. Mazlûm Der, Şûbeya Kocaleî
11. Mazlûm Der, Şûbeya Mersînê
12. Mazlûm Der, Şûbeya Mûşê
13. Mazlûm Der, Şûbeya Sakarya (komek endam)
14. Mazlûm Der, Şûbeya Şirnexê
15. Mazlûm Der, Şûbeya Rihayê
16. Mazlûm Der, Şûbeya Wanê
17. Mazlûm Der, Şûbeya Enqere (komek endam)
18. Mazlûm Der, Şûbeya Stenbolê (komek endam)
19. Mazlûm Der, Şûbeya Semsûrê (kome endam)
20. Mazlûm Der,Şûbeya Mêrdînê (komek endam)