Masûm bang li parlementoya Iraqê kir ku 3'ê Îlonê bicive

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm bang li parlementoyê kir ku 3'ê Îlonê bicive. 

Li gorî daxuniya nivîskî ya berdevkiya Serokkomariya Iraqê, Serokkomar Masûm bi biryarnameyekê bang li parlementoyê kir ku 3'ê Îlonê di bin serokatiya endamê herî kevin ê meclîsê de bicive. 

Biryarname, piştî dadgeha bilind a federal encamên hilbijartina 12’ê Gûlanê pesend kirî hate derxistin.

Li gorî encamên ku dadgehê eşkere kirî koalîsyona Saîrûn a bi pêşengiya lîderê Şîi Muqteda Sadr, ji 329 parlementeran 54 heb bi dest xistine. 

Eniyên siyasî yên Iraqê, beriya rûniştina pêşî ya parlementoyê ji bo tifaqa herî berfireh bê çêkirin, ketine nav hewldneke mezin. Koalîsyona ku bê avakirin, wê çar salan rêveberiya welêt bike. 

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, piştî pesendkirina encamên hilbijartinê, serokomarê li ser kar divê di nava 15 rojan de gazî li parlementoyê bike ku bicive. Divê parlemento jî li gorî vê bangê di nava 30 rojan de bicive, destpêkê serokwezîr, paşê jî serokomar bibijêre. 

Hêj li ser serokomarê nû nîqaş didomin ka wê kî bê bijartin. YNK’ê, Dr. Mûhammed Sabir Îsmaîl weke namzed nîşan da. Piştî rejîma Sedem hilweşiyayî li gorî peymana hatî çêkirin, divê serokomar Kurd be.