Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê: Li Stenbolê 105 kes hatin binçavkirin
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ya Stenbolê ragihand, di êrîşa polîsan de li Stenbolê 105 kes hatine binçavkirin. Dozger jî got, "Haya min ji binçavkirinan nîne."
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ya Stenbolê ragihand, di êrîşa polîsan de li Stenbolê 105 kes hatine binçavkirin. Dozger jî got, "Haya min ji binçavkirinan nîne."
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ya Stenbolê, li ser êrîşên îro yên polîsan agahî da. Maseya Krîzê ragihand, ji bo bîranîna karkerên di 1'ê Gulana 1977'an de hatin kuştin, kom û rêxistinên siyasî xwestin xwe bigihînin Taksîmê, lê hêzên dewletê êrîş kirin û gelek kes binçav kirin.
Maseya Krîzê diyar kir, heta saet 12:30 li kolana Îstîklalê, Beşîktaş, Talîmhane, Gayrettepe, Zîncîrlîkûyû û Okmeydani 105 kes hatine binçavkirin û beşek ji van binçavkiriyan li wesayîtên polîsan, beşek jî li navendên polîsan tên girtin.
DOZGER GOT, 'HAYA MIN JÊ NÎNE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, kesên hatine binçavkirin, destê wan ji pişt ve hatine kelepçekirin û bi vî rengî miayeneya wan li cem doktor hatiye kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "3 ji kesên hatine binçavkirin parêzer in. Di nava binçavkiriyan de hin kes bi fîşekên plastîk birîndar bûne."
Di daxuyaniya Maseya Krîzê de ev agahî hate dayîn: "Bi Dozgerê Komarê ku amîrê kar û barên li Edliyeya Stenbolê yê ji Meydana Taksîmê û derdora wê berpirsyar e, hevdîtin hate kirin. Di vê hevdîtinê de dozger gotiye, fermaneke wî ji bo girtinê nîne û haya wî ji binçavkirinan nîne. Ji bo berdana kesên hatine binçavkirin hewl hat dayîn li Dadgeriya Ceza ya Sûlhê serlêdan bê kirin, lê belê li avahiya edliyeyê dadger û karmendên pêwendîdar nehatine dîtin."