Mandela ber bi rêwitiya dawî ve tê birêkirin
Mandela ber bi rêwitiya dawî ve tê birêkirin
Mandela ber bi rêwitiya dawî ve tê birêkirin
Yekem serok Komarê Başûrê Efrîqa Nelson Mandela piştî ku di 5’ê Kanûnê de xatir ji jiyanê xwestî şûnde îro tê şandina rêwitiya wî a dawî. Cenazeyê Mandela li gundê Kunu yê ku zarokatiya xwe lê derbaz kiriye wê bê defin kirin. Rê hevalê Mandela û xwediyê Xelata Nobelê a Aştiyê serokpîskopos Desmond Tutu ji ber ne hatiye vexwendin tevlî merasîmê nabe.
Yekem SerokKomarê siyasî yê Başûrê Efrîqa Nelson Mandela ku rejîma nijatperest a Apartheid bi dawî kirî û 20 salan jî di girtîgehê de razaye di 5’ê Kanûnê de di 95 saliya xwe de xatir ji jiyanê xwest. Ji bo Mandela di roja 7’ê Kanûnê de li Soweto merasîmekî ku tevayî rêberên Cîhanê beşdar bûyîn hat li darxistin.
Naaşê Mandela ku di avahiya hikûmetê yê Pretoria’ê de sê rojan hate ziyaret kirin û bi 100 hezaran kesî li pêş xwe tewandin û daxwazên xatir xwestinê jê kirin.
CENAZEYÊ MANDELA BIRINE KUNU’YA
Cenazeyê Mandela li ser rêkirina rêwîtiya wî a dawî îro birine gundê Kunu yê dikeve Rojhilatê Kap’ê ku li wir zarokatiya xwe derbas kiriye. Cenazeyê ku di nava kamyonetekî reş de birine balefirgeha Waterkloof a nêzî Pretoria û ji vir jî bi balefirekî leşkerî birine gundê Kunu yê 700 km dikeve başûr.
Serokê Dewleta Başûrê Efrîqa Jacob Zuma wiha got: “Di nava huzurê de biçî ‘Tata’ te erka xwe bi dawî kir.” Tata di zimanê Xhosa de tê wateya ‘bav’.
Piştî merasîmekî nêzî 5 hezar kesî hat diyar kirin ku wê roja Dûşemê tenê bi beşdar bûna malbata wî û çend kesên tên diyar wê kar û barên definkirinê bên pêk anîn.
DESMOND TUTU NE HAT VEXWENDIN
Rê hevalê Mandela yê ku bi rexneyên xwe yên li ser hikûmeta Başûrê Efrîqa li ser hev tê rojevê û di heman demê de dostê Kurd Desmond Tutu ne hat vexwendina merasîma defin kirinê. Tutu yê ku Berê serokpiskoposê Kilîseya Cap Anglikan’ê ji ber ku ne hatiye vexwendin û akreditasyon ne girtiye rêwitiya xwe a pilan kirî îptal kir.
Tutu ku got Mandela yê ku “Pir jê hez dikir û bi rû pêre girêdayî bû” dixwest cara dawî xwetir jê bixweze. Di daxuyaniyên ku pêştir Serokatiya Başûrê Efrîqa kirî de diyar kiribû ku di nava dawetiyan de navê Tutu jî heye.
Desmond Tutu yê 82 salî li ser hev ji ber sedemên weke “skandaliyên ji dervey rê” û “binketina wî a di çêkirina wekheviyan de” li ser hikûmeta Jocab Zuma tê rexne kirin. Di daxuyaniyekî ku di sala 2013’an de kirî partiya tekoşînê a bi Apartheid ku ji sala 1994’an ve li ser desthilatdariyê ye gotibû ku wê êdî deng nede Kongireya Nîştîmanî a Efrîqa (ANC).