Malperên JINHA û DÎHA’yê ji aliyê BDT’ê ve hatin qepetkirin

BTK’ê di der barê malperên JINHA û DÎHA’’yê de biryara girtinê dan.

Malpera JINHA cara 9’an û malpera DÎHA jî cara 44'an ji aliyê Saziya Ragihandin û Zanyariyên Teknolojiyan (BTİK) ve rastî astengiyê hat.

Bi hinceta tedbîrgirtinê Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ji aliyê BTÎK ve hat astengkirin. Ajansa JINHA ku di cîhanê de yekem ajansa jinê ye 9 caran hat girtin. Herî dawî ser navnîşana ‘jinnews.pw’ yê xwe di gihand xwendekar û aboneyên xwe. Piştî biriyara girtinê JINHA wê ser navnîşanek din xwe bigihîne xwendekarên xwe.

Malpera DÎHA'yê jî bi heman armancê cara 44'an ji aliyê BTK'ê ve hat girtin. Bi vê piştî TÎP'ê vê carê BTK'ê DİHA û JINHA girt.