Malbatên Winda û Şehîdan ên Kurdistanê serî li DCN didin
Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW), di serî de komkujiyên li Cizîr û Sûrê hemû komkujiyên artêşa Tirk li Kurdistanê kiriye, dibe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).
Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW), di serî de komkujiyên li Cizîr û Sûrê hemû komkujiyên artêşa Tirk li Kurdistanê kiriye, dibe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).
Nûnerên KOMAW'ê wê roja 3'ê Hezîranê dosyayekê pêşkêşî navenda DCN a li bajarê Hollanda Den Haagê bikin û bixwazin, li hemberî Recep Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû, Hûlûsî Akar û Efkan Ala lêpirsîn were destpêkirin. Di dema radestkirina dosyayê de wê malbatên winda û şehîdan jî li pêşiya DCN saet di 14:00 de çalakiyekê lidar bixin.
Di dosyaya KOMAW pêşkêşî DCN dike de, mînakên li ser komkujiyên artêşa Tirk li Cizîrê kiriye tê dayîn û tê gotin, "Ev şer yekser ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye meşandin. Li dijî gelê me biryara şer girt, ji bo dijwarkirina şer hemû amûr û gotinên nefretê bi kar anî û fermana bombekirina bajaran da. Di heman demê de Serokwezîrê Ahmet Davûtoglû û Serokê Fermandariya Giştî yê yekîneyên leşkerî bi rê ve bir Hûlûsî Akar jî di asta destpêkê de berpirsyarên vî şerî ne."
Di dosyayê de hat ragihandin, li hemberî van komkujiyan deriyên mekanîzmayên dadgeriyê li gelê Kurd hatine girtin û hat gotin, "Tevî hebûna hiqûqa nivîskî jî dadgerî ket nava pozîsyoneke fermanê ji Erdogan werbigire û li ber wî serî bitewîne. Li Tirkiyeyê, ku cihêkariya erkan lê nîne, dadgerî serbixwe û bêalî nînin. Di bin bandora Erdogan de ne." Di dosyayê de hat destnîşankirin, ku di vê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî lêpirsînê bide destpêkirin.
Di dosya KOMAW'ê de hat gotin, "Em di wê baweriy de ne, komkujî, zext û bûyerên qewimîn û diqewimin, li gorî xalên 7. û 8. ên Stastuya Romayê, di nava kategoriya Sûcên li dijî Mirovahiyê û Sûcên Şer de cih digirin." Di dewama dosyayê de wiha tê gotin: "Lewma weke KOMAW'ê em di wê baweriyê de ne ku berpirsyarên bingehîn ên van sûcên giran ên li Kurdistanê, welatiyên Tirk Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû, Hûlûsî Akar û Efkan Ela ye. Em dixwazin li hemberî van kesan lêpirsîn were destpêkirin. Dema li hemberî van şexsan lêpirsîn were destpêkirin wê berpirsyarên din jî xweber derkevin holê. Û em di wê baweriyê de ne, ku ji bilî van belge û agahiyên me bi derfetên xwe yên kêm peyda kirine, hûnê hîn bêhtir belge û agahiyan bibînin."
Çalakiya ji bo destekkirina heyeta dosyayê pêşkêş bike, wê li ber DCN a li navnîşana Oude Waalsdorperweg 10, 2597 AK Den Haag'ê, 3'ê Hezîranê saet di 14:00 de pêk were.