Malbatên Pirsûsê: Bila Pirsûs were ronîkirin yan jî wê komkujî dewam bikin

Malbatên kesên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayin, sersaxî ji gelê Dîlokê re xwestin, ‘’Ronîkirina komkujiya Pirsûsê’’ dubare kirin. Malbatan gotin, ‘’Me gotibû, ku Pirsûs neyê ronîkirin, wê komkujî berdewam bin. Mixabin wiha bû’’

Bavê Vatan Budak Murat Budak ji ber sedema meha 13’an a komkujiya Pirsûsê bi bîr xist ku wan  duh li Kadikoyê daxwaza dadmendiyê dubar kirine, ‘’Duh em jî dema ku di meha 13’an a komkujiya Pirsûsê de êşa xwe dijiyan, bi vê êrîşê re careke dî me heman êş jiya. Em kujer û kujeran pir baş nas dikin. Kiryarên van êrîşan, kujerên DAIŞ’ê û dewleta AKP’ê ya ku wan xwedî dike. Dewleta ku akademîsyan û nivîskaran ji ber ramanên wan dixe girtîgehê, ji bo kesên piştî komkujiya Fransayê bi konvoyekê kêfxweşiya xwe diyar kirine, tiştekî nake.’’

Budak diyar kir, heya ku di dosyaya Pirsûsê de biryara veşartinê neyê rakirin ev êş wê berdewam bin û got, li gel ku agahiyên di dosyaya îdîanameya 10’ê Cotmehê di destê dewletê de jî bû tiştek nekiriye û wiha pê de çû, ‘’Dewleta ku agahiyên komkujiyê di destê wê de tiştekî nake, destê kujeran xurt dike. Êşa me heavpar û hêrsa me mezin e.’’

 ‘EM KUJERAN DINASIN BILA DEWLET NELÎZE’

Ji İnsîyatîva Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn diyar kir, ji komkujiya Pirsûsê ve ew li her deverê dibêjin, ‘’bila biryara veşartinê rabe, kujer werin darizandin, hesap were pirsîn’’ û wiha berdewam kir, ‘’Pirsûs xeleka pêşî ya zincîrê bû, mixabin wiha xuya dike ku wê berdewam bike. Me got ku Pirsûs neyê ronîkirin wê komkujiyên din jî bibin. Hê duh li Kadikoyê ji ber meha 13’an me daxwaza dadmendiyê dubare kir.’’

Elçîn got diyar bê ka kiryar kî ne û li gotina xwe zêde kir, ‘’Heke em bizanibin bê ka kujer kî ne, dewlet jî dizane. Nikarin me bixapînin. Bila nelîzîn êdî. Rayedar, emniyet dizane bê ka wê li kûderê biteqe.’’

Elçîn bi dubareyî got, divê biryara veşartinê ya li ser dosyaya Pirsûsê were rakirin û got, ‘’Em ê kujeran ji bîr nekin. Bila dilê me ji bo dadmendiyê bikutkute, heke em ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe’’