Malbatên girtiyan meşiyan

Xizmên girtiyan ên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê bikin lê polîsên Tirk destûr nedan. Malbatan li ser vê yekê heta meydana Şîrînevlerê meşiyan.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, careke din çûn ber Girtîgeha Bakirkoyê. Malbatên girtiyan tevî parêzer û gelek kesan li rawestgeha otobusê ya Çocûk Sîtesî li hev civiyan û xwestin ber bi girtîgehê ve biçin. Lê belê polîsan pêşî li wan girtin û diyar kirin ku wê destûrê nedin çalakiya rûniştinê. Malbat jî ji ber astengiya polîsan ber bi meydana Şîrînevlerê ve meşiyan.

Malbat ketin avahiya HDP'ê ya navçeya Bahçelîevlerê û diyar kirin, wê çalakiya xwe sibe bidomînin.