Malbatên berxwedêran li ber Serokwezaretiyê dest bi nobedê dikin

Malbatên aktîvîstên ku 80 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne, ji îro û pê ve wê li ber avahiya Serokwezaretiya Elman ji bo sê rojan dest bi çalakiya nobedê bikin.

Greva birçîbûnê ya 14 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di roja 80'î de ye. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran nebaş dibe. Di serî de hikumeta Federal a Elman, welatên Ewropayê bêdeng in û ji ber vê xemsariyê jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) nakeve nava liv û tevgerê.

Dîlan Koç a 19 salî, nameyek ji Daîreya Enformasyon û Çapemeniyê ya Hikumeta Federal re nivîsîbû û fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristiyê ya bavê xwe eşkere kiribû. Koç gotibû, "Ez naxwazim bavê xwe ji dest bidim, hêvîdar im ku hûn ê tiştekî bikin."

Daîreya Enformasyon û Çapemeniyê ya Hikumeta Federal jî bersivek wiha dabû: "Bêguman em fikarên we yên ji ber rewşa bavê we fêhm dikin. Lê belê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin, bavê we bi dilxwazî ketiye greva birçîbûnê. Em pêşniyar dikin ku bavê xwe qanih bikin ji bo rêyeke din a protestoyî ya siyasî hilbijêre."

Li ser vê bersivê Dîlan Koç nameyeke din nivîsî bû û gotibû, "Eger hikumeta federal û çapemeniya Elman vê xemsariya xwe ya li pêşberî daxwazên çalakgeran bidomînin wê çalakger bimirin. Eger hûn nekevin nava liv û tevgerê, tevî zarokên çalakgerên greva birçîbûnê em ê li ber Meclîsa Federal dest bi çalakiya protestoyî ya rûniştinê bikin."

Ji ber ku rewşa çalakgeran li asta krîtîk e û hikumeta Merkel hîn bi xemsarî tevdigere, malbatên berxwedêrên li Strasboûrgê biryar dan ku li ber avahiya Serokwezaretiyê ya li paytext Berlînê çalakiya nobedê lidar bixin. Çalakî wê îro dest pê bike û her roj ji saet 12'an û pê ve heta roja Înê bidome.

Kurdistaniyên li Berlînê wê tevî dostên xwe tevlî çalakiya nobedê bibin û malbatan bi tenê nehêlin.