Malbatan serî li rayedaran dan ji bo biçin Îmraliyê

Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Ji 12'ê Tebaxê ve malbat serî li rayedaran didin lê belê serlêdanên wan tên redkirin.