Malbatan li Gebzeyê got: Em ê sibe dîsa bên

Çalakiya dayikên berxwedêran a li ber girtîgeha Gebzeyê tevî astengiya polîsan jî pêk hat. Malbatan got, “Em ê sibe dîsa bên”

Dayik û xizmên girtiyên berxwedêr ku ji bo balê bikêşin ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê dikin, di roja 43’an de dewam kir.

Wekîla Patiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Rihayê Ayşe Surucu, Komalaya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek kesan piştgirî da dayikan. Malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyêl li hev civiyayî, bi wesayîtan ber bi girtîgehê ve ketin rê. Lê belê polîsên Tirk nêzî girtîgehê pêşiya malbatan birî û  nehişt biçin ber girtîgehê. Dayikên vegeriyayî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê, li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.

Dayikan got, “Em ji bo  balê bikêşin ser tecrîdê û berxwedanên grevên birçîbûnê vê çalakiyê pêk tînin. Lê belê xwe li vê çalakiya me jî ranagirin. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Divê êdî dawî li vî sûcê mirovahiyê bînin.”