Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

SERLÊDANA HEVDÎTINÊ

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo karibin xizmên xwe yên li Îmraliyê girtî ne bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.