Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne ragirtin, serî li heman saziyan dan.

Têkildariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li derve bi temamî hatiye qutkirin. Ji serlêdanên hevdîtinê re ti bersiv nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.

Li gorî rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 17'ê Çileyê de hate eşkerekirin;

- Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hat, hevdîtina herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû.

- Ji sala 2014'an û vir ve tenê 5 hevdîtinên malbatan hate kirin.

- Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3'ê Tebaxa 2020'î de bi birayê xwe re kir.

- Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27'ê Nîsana 2020  û 25'ê Adara 2021'ê) bi telefonê axaftin hatiye kirin.

- Axaftina bi telefonê ya herî dawî ya 25'ê Adara 2021'ê di demeke kurt de qut bû û ji hingî agahî jê nayê wergirtin.