Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li saziyên pêwendîdar dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li saziyên pêwendîdar dan.
Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li heman saziyan dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.