Malbata Cansiz li Berlînê teziyeyan qabûl dike

Malbata Cansiz li Berlînê teziyeyan qabûl dike

Malbata Sakine Cansiz ji bo her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin, merasimek sersaxiyê li dar dixe. Sê rojên sersaxiyê îro dest pê kir û heya roja yekşemê dê bidome.

Malbate Sakîne Cansiz û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Berlînê ji bo her sê siyasetmedarên jin ku li Parîsê roja 9'ê Çileyê hatibûn qetilkirin, li lokala Cemeata Dêrsimê îro dest bi qebûlkirina teziyeyan kir. Di axaftinên li taziyeyê hatin kirin de, hate xwestin ku Fransa bi her awayî vê komkujiyê ronî bike.

Rojên sersaxiyê wê sibê û roja yekşemê ji seat 13.00'an şûnve bidome. Navnîşana taziyeyeyê ev e; Cemata Dêrsimê, Waterloo - Ufer 5, 10961 Berlîn.